Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 7 salên derbasbûyî de zêdetir ji 86 zarokên Belûç ji aliyê rêjîmê ve hatien kuştin an birîndarkirin

10:56 - 5 Adar 2025

Raporên mafê mirovî, didin xuya ku rêjîma Îranê ji sala 1396 heta heyva berfranbar a sala 1403 a Rojî, zêdetir ji 86 zarokên Belûç kuştine an birîndar kirine ku pitira wan jêr temenê 10 saliyê de bûne.

Pêka raporên belavbûyî ji aliyê “Kempeyêna Çalakvanên Belûç”, ji sala 1396 heta heyva berfranbar a sala 1403 a Rojî, zêdetir ji 56 zarok bi gulleyên şer ên hêzên rêjîma Îranê  hatine kuştin û zêdetir ji 30 zarok jî birîndar bûne, pêka vê raporê hêzên rêjîma Îranê bi awayê rasterast teqe li wan zarokan kirine.

Ew amara nîşanderê tundûtîjiyeke dijwar a sîstematîk li dijî zarokên Belûç e. Ew zarokane li rewşên cuda ên wek teqekirina rasterast a hêzên serbazî û êrîşên bo ser şewatberan de bûne qurbanî.

Pêka xalên Konvansiyona Mafê Zarokan, ku rêjîma Îranê yek ji wajokerê vê konvansiyonê ye, erkê dewletan e ku li hemû şêwazên tundûtîjiyan de, zarokan biparêzin û herwisa erkê wan e ku li hember tundûtîjiyên hikûmî de jî piştevanî li zarokan bikin û wan biparêzin, lê bervajî, rêjîma Îranê ku bi ti awayekê zarokan bi taybet li deverên Kurdistanê û herwisa Belûçistanê ji tundîtîjiyan naparêze, belku bi xwe bi awayek sîstematîk, bikerê hov ê tundûtîjî li hember zarokan ên wek “kuştin, birîndarkirin, îşkencekirin, binçavkirin û bêserûşûnkirin”a zarokan e.