
Welatiyekî xelkê devera Kelaterzan a ser bi bajarê Sinê, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve hate banghêjkirin û li wir de hate girtin.
Pêka rapora Kurdpayê, roja Sêşemî 14ê Reşemeya 1403 a Rojî, welatiyekî temen 46 salî yê bi navê “Mehmûd Nadirî” xelkê gundê “Dadane Kemanger” li devera “Kelaterzan” a ser bi bajarê Sinê, piştî banghêjkirin bo îdareya parastina îtilaat a hêza serkutkera întizamî ya rêjîma Îranê li bajarê Sinê, hate binçavkirin.
Pêka vê raporê, ew welatiyê Kurd li roja Dûşemî 13ê Reşemê, bi rêya têlêfonê, bo îdareya parastina îtilaat a hêza întizamî ya rêjîmê li bajarê Sinê hatibû banghêjkirin.
Pêka vê raporê, sedema banghêjkirin û binçavkirina “Mehmûd Nadirî”, bikaranîna axabanî û kincên xakî ji aliyê beşdarbûyên li rêûresma daweta kurê wî li hola “Mêhr” a bajarê Sinê bo piştevanîkirin li 58 welatiyên Kurd bûye ku bi tohmeta “dîlan û govenda sembolîk” bi fermana “Mucteba Mehmûdî” yê dadstanê rêjîmê li bajarê Pîranşarê, bi tayeke lêpirsîn a dadgeha rêjîmê li bajarê Pîranşarê hatibûne banghêjkirin û bo wan dosye hatine çêkirinê.
Pêştir jî ew welatiyê Kurd ku bavê 3 zarokan e, çend caran bo îdareya emakîn a hêza hov a întizamiya rêjîmê, hatiye banghêjkirin û lêpirsîn ji navbirî hatine kirin.