
Piştî evê ku roja Pêncşemiyê 27ê Şibatê peyama Ebdula Ocelanê serokê li girtîgehê ye PKKê ji ziman desteya serdana wî ve hate xwandin û aşkerakirin, ku di vê peyamê de rêzdar ocelan daxwaz ji PKK ê kiribû dev ji çekê berdin û xwe hilweşîne, çavê her kes û aliyekê li bersiva berpirsên PKK ê bû.
Kumîta Birêveberiya PKK ê di bersiva vê daxwaz û peyama serokê xwe yê girtî de îro ragihand ku pêşwaziyê ji peyama Serokê xwe dike û bo vê armancê jî li yekemîn pêngava xwe de agirbestê radigehîne û xwe ji her cure şer û êrîş û pevçonekê digel hêzên Turkiyê diparêze.
Birêz Ocelan li ser daxwaz û destpêşxeriya Dewlet Baxçeliyê serokê Mihepê û piştgiriya Erdoxanê Serkomarê Turkiyê, û bo dawîpêanîna 4 dehik şerê di navbera PKK ê û Turkiyê de peyamek belav kir ku di peyama xwe de daxwazê ji PKKê dike ku hewceye çekên xwe danên û PKKê hilweşînin.
Piştî vê peyamê heta niha çi tiştekî fermî ji aliyê dewlata Turk ve nehatiye ragihandin ku li vê derheqê de û li hember vê daxwaza Ocelan ji PKKê Turkiye dê çi pêngavekê bihavê je û qedera 30 Milyon Kurdên Bakûra Kurdistanê dê çilê bêt?