
Hejmara 489an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Manşêt hejmara nû a Agirî anku Rûpela 1- Peyam hevxemiya rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat li derheq canjidestdana 6 çiyageran bi sedema reniya berfê li Rojhilatê Kurdistanê”, herwisa di rûpela 1ê de Daxuyaniya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq peyama rêzdar “Ebdullah Ocalan” tê dîtin ku bi serdêra “Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi çavek erênî, mêzeyê proseya aşîtiyê li Tirkiyê dike”.
Rûpela 2 - Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 8ê Mars, roja cîhaniya jinan û salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Dêmokrat.
Rûpela 3 - gotara – Medyaya Farisî û Şîdeta Zanyarî li Dijî Gelê Kurdistanê, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpelên 4 - gotara - Newroz li Rojhilatê Kurdistanê, ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpelên 5 - beşa 2 a gotara li jêr nave: Pêgeha zimanê kurdî weke zimanê zikmakî di şûnasa neteweyî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaxiya Kurdistanê de, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 6 - gotara - Ziman û bikaranîna navgînên Ziman, ji nivîsa Hesen Heranî.
Rûpela 7 - gotara - Rêjîma dagirkar a Îranê herêma Mirgewer a Urmiyê wêran dike!, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 - Gotara – “Konferansek bo perawêzxistina Gelê Kurd li Sûriyê” ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.
Rûpela 9 - gotara - EM ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊKİRYE NASBİKİN Û BİPARÊZİN, ji nivîsa Kemal Tolan.
Rûpela 10 - gotara - Çima jin xwe wek kole dibînin?, ji nivîsa Vênûs Fayêq û wergêrana Hesen Mukerem .
Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li jêr dirûşma “NEWROZA XAKÎPOŞAN, HÊMAYA YÊKITÎ Û BERXWEDANÊ”, bi armanca pêşwazîkirin ji Newrozê cêjna netewiye Kurdan. Ev postêr her wekî hertim bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.