Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazar û dukan li Îranê, bi desema hejariyê ti dahatek nînin

11:44 - 6 Adar 2025

Li devedevê Newrozê û herwisa li heyama heyva Remezanê, li salên pêştir de dukan û bazar li demjimêrên sibêdehê heta derngiya şevê, tejî kiryar bûn û bazar û dukanan dahatek hebûn lê bi sedema hejariya zêdetir a xelkê Îranê, karê bazar û dukanan sekiniye û bazar kesad in.

Pêka çendîn girtevîdyoyên belavbûyî li çendîn bazarên li nav bajrên Îranê ku pêştir li wan heyaman de tejî xelk û bikirên hewcehiyan bûn, niha bazar û dukan betal in û bi qasekî hejarî û destkurtî li Îranê de zêde bûye ku gelek bi kêmî xelk bo kirîna hewcehiyan serdana dukanan dikin ku bikarin hewcehiyek xwe bikirin û xwediyên bazar û dukanan rastî kesadiyek bê mînak hatine û karê wan sekiniye û rastî zirara malî hatine.

Li vê derheqê de “Mesûd Pizişkiyan”, serkomarê rêjîmê li meclîsa rêjîmê de di cihê diyarîkirina rêkar an rêyek bo çareseriya hejariyê, ragihandiye ku xelk bo rizgarbûn ji hejariyê, bila koçber bin û îdia dike ku ew yek pêka ayeya 97 a sûreya Nisa a Qurana pîroz, erkek misilnanan e, 3 salan berî niha jî nûnerekî mecîla rêjîmê firotina gurcîkan bi rêkarek bo çareseriya hejariyê bi xelkê Îranê pêşniyar kiribû.