Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan li Îranê berdewam e

11:46 - 6 Adar 2025

Li berdewamiya bidarvekirina lezgîn a girtiyan li girtîgehên rêjîma Îranê, girtiyekî xelkê bajarê “Qezwîn”ê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Eher”ê û 2 girtiyên din li girtîgehên rêjîmê li bajarên Îsfehan û Hemedanê de hatine bidarvekirin.

Pêka raporên belavbûyî sibêdeha roja Çarşemî 15ê Reşemeya 1403 qa Rojî, “Elî Sulêymaniyan” temen 32 salî xelkê Zerîndeştê, li girtêgeha destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê hate bidarvekirin û herwisa li vê rojê de “Celal Eşkanî” xelkê bajarê Hemedanê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê de hate bidarvekirin û li girtîgeha rêjîmê li bajarê Cîroftê de “Mihemed Asiman” ê temen 29 salî bi sedema givaşa hundirî ya bi hegera nerohniya qedera wî li girtîgehê de, xwe kuşt.

Herwisa sibêdeha roja Sêşemî 14ê Reşemeya 1403 a Rojî, girtiyek xelkê bajarê “Qezwên”ê yê bi navê “Izet Zêynalî” temen 35 salî, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê “Eher”ê de hatiye bidarvekirin

Rêjîma Îranê, bidarvekirin û herwisa sepandina sizaya bidarvekirinê wek alavek bo tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi taybet xelkê Kurd û Belûç bi kar tîne û bi tenê li 11ê Reşemê de jî, zêdetir ji 24 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirin.