
Li roja Çarşemî 15ê Reşemê de zêdetir ji 7 kombûnên nerizayetî li bajarên wek Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê û çendîn bajarên din ên Îranê, ji aliyê Werzêran, xisarpêketiyên malî û pêşkirên malan, xwediyên kamiyonan û kedkaran bi rê ve çon.
Pêka raporên belavbûyî, li roja Çarşemî 15ê Reşemeya 1403 a Rojî, hejmareke zêde ji werzêrên gundê “Siyahkel”ê ser bi bajarê “Êywan”ê li parêzgeha Îlamê, li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li parêzgeha Îlamê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza sekinandina karê kangehê li wî gundî de kirin ku tevî li metirsîxistina ewlehiya jiyan û tendirustiya xelkê wî gundî, yasayên parastina jîngehê binpê dike û xelkê wî gundî tûşî pirsgirêkan kiriye.
Herwisa li vê rojê de hejmarek ji xisarpêketiyên malî yê damezraveya Kaspiyen li bajarê Têhranê, hejmarek ji pêşkirên xaniyan li bajarê Îsfehanê, hejmarek ji kedkarên projeya bendava Serçişmeya Baxan li bajarê Deştî li parêzgeha Bûşêhrê, kombûna nerizayetiyê lidar xistine.
Li vê rojê de bazariyên bajarê Gulistanê li derheq qutbûna berqê û sekinîna karê xwe, nereizayetiya xwe dane xuya û herwisa li bajarê Îsfehanê de xwediyê kamiyon û tirêliyan, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.