
Birîtaniyê ragihand, her kes ku bo rêjîma Îranê an bi nûneratî ji rêjîma Îranê li Birtîtaniyayê de kar dike, divê navê xwe bi fermî tomar bike û herkesek navê xwe tomar neke dê rastî sizaya heta 5 sal girtîgehê bibe.
Wezîrê Ewlehî yê Birîtaniyayê “Can Carwîs” roja Sêşemiyê 14ê Reşemê ragihand ku dezgeha îtilaat a spaha pasdaran û wezareta îtilaat û çend aliyên din ên rêjîma îslamiya Îranê, li rêzbendiya “Pêşketî” ya terha derzkirinên biyanî ya Birîtaniyayê de cih girtine û vê pêkê, her karbidestek hikûmî an her kesek ku bi nûneratî ji rêjîma Îranê li Birîtaniyê de mijûl e û karê nifûzkirina siyasî li wî welatî de dike, divê bi fermî navê xwe li îdareya ewlehî ya Birîtaniyayê de tomar bike.
Herwisa “Can Carwîs” bi tekezî ragihyand ku her kesek navê xwe tomar neke dê rastî sizaya heta 5 sal girtîgehê bibe.
Wezîrê Ewlehî yê Birîtaniyayê ragihand ku cehdên êrîşkarane yên rêjîma Îranê li Birîtaniyaê de zêde dibin û ew biryara wezareta Ewlehî ya Birîtaniyayê, tiştekî hestiyar û gelek girîng bo ewlehiya Birîtaniyayê ye.
Pêştir jî serokê “MI5” a Birêtaniyayê ragihandibû ku hewlên rêjîma Îranê bo encamdana teroran li wî welatî de zêde bûne.
Rêjîma Îranê hewlên xwe yên terorîstî û sîxurîkirina li Birîtaniyayê de înkar dike.