Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma dije mirove Îranê li Kurdistan û Belûçistanê de rehmê bi zarokan jî nake

11:51 - 6 Adar 2025

Raporên mafê mirovî, didin xuya ku rêjîma Îranê ji sala 1396 heta heyva befranbar a îsal, zêdetir ji 86 zarokên Belûç kuştine an birîndar kirine ku piraniya wan jêr temenê 10 saliyê de bûne.

Pêka raporên belavbûyî ji aliyê “Kempeyêna Çalakvanên Belûç”, ji sala 1396 heta heyva befranbar a sala 1403 a Rojî, zêdetir ji 56 zarok bi gulleyên şer ên hêzên rêjîma Îranê  hatine kuştin û zêdetir ji 30 zarok jî birîndar bûne, pêka vê raporê hêzên rêjîma Îranê bi awayê reasterast teqe li wan zarokan kirine.

Gorî raporên saziyên mafê mirovî, tenê li 11 mehên îsal anku sala 1403 rojî de li Rojhilatê Kurdistanê de 30 zarokên xwar temen 18 salî li dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên rêjîmê hatine kuştin û birîndarkirin.

Ew amara nîşanderê tundûtîjiyeke dijwar a sîstematîk li dijî zarokên Kurd û Belûç e. Ew zarokane li rewşên cuda ên wek teqekirina rasterast a hêzên serbazî û êrîşên bo ser şewatberan û kolberan de bûne qurbanî.

Pêka xalên Konvansiyona Mafê Zarokan, erkê dewletan e ku li hember tundûtîjiyê de zarokan biparêzin û herwisa erkê wan e ku li hember tundûtîjiyên hikûmî de jî bisekinin, lê bervajî, rêjîma Îranê ku bi ti awayekê zarokan bi taybet li deverên Kurdistanê û herwisa Belûçistanê ji tundîtîjiyan naparêze, bi xwe bi awayek sîstematîk, bikerê hov ê tundûtîjî li hember zarokan û kuştin, birîndarkirin, îşkencekirin, binçavkirina zarokan e.