Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî welatiyekî xelkê devera Şipîranê li bajarê Şinoyê de binçav kirin

11:52 - 6 Adar 2025

Hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Şinoyê de welatiyekî xelkê devera Şipîrana bajarê Selmas ê, bi awayekî xoserane û bê belgeya yasayî binçav kirin û bo cihek nexuya veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, “Serdar Omerzade” temen 27 salî, xelkê gundê “Dêlezî” yê ser bi devera Şipîran a bajarê Selmasê ku rûniştiyê gundê “Pûşawê” ser bi bajarê Şinoyê ye, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Şinoyê de hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya, hatiye veguhastin.

Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê bi awayê xoserane û bê belgeya Yasayî ew welatiyê Kurd li bajarê Şinoyê de binçav kirine.

Heta belabûna vê nûçe, sedema binçavkirina xoserane ya wî welatiyê Kurd û tohmetên sepandî û herwisa cihê ragirtina wî, nehatiye zanîn.

Binçavkirina xoseraneya welatiyên Kurd, berdewam e û li heyamên derbasbûyî de dehan welatiyên Kurd bi awayê xoserane hatine binçavkirin û qedera piraniya wan piştî derbasbûna heyameke zêde hêj bi nerohnî mane û lipeyketinên malbatên wan jî heta niha, bê encam mane.