Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta nû ya Sûriyê amadebûna xwe bo jinavbirîna çekên kîmiyayî ragihand

11:54 - 6 Adar 2025

Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî a Sûriyê, amadebûna hikûmeta Sûriyê bo jinavbirina lezgîn a çekên kîmiyayî yên paşmawên rêjîma Beşar Esed li Sûriyê, ragihand.

Roja Çarşemî 15ê Reşemeya 1403 a Rojî, “Ese`d Hesen Elşêybanî” Wezîrê derve yê Sûriyê li civîna Saziya Rêgirîkirin ji Çekên Kîmiyayî (OPCW), li bajarê Lahê de ragihand: “Sûriye amade ye ku çekên kîmiyayî yên paşmavên rêjîma Beşar Esed ku pirsgirêkeke çend dehikî ya rêjîma pêştir bûye, çareser bike”.

Herwisa navbirî li vê civînê de ragihand ku pêbendiya yasayî bi sedema binpêkirinên rêjîma berê ya Sûriyê, mîratk e ku gihîştiyte me û me li vê yekê de ti rolek nebûye, lê tevî vê rewşê em amade ne hemû paşmavên berê ji nav bibin û dawî bi vê mîrata tal bînin û Sûriyê wek welatek hevterîb digel nirxên navnetewî, ava bikin.

Rêjîma Beşar Esed li hember neraziyan û xelkê medenî yê Sûriyê, çendîn caran ji wan çekên kîmiyayî bi taybet çekên kîmiyayî yên “Sarîn” û bermîlên tejî gaza Kulor” bi kar anîn ku hezarn kuştî û birîndar li pey xwe anîn.