Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 girtiyên Kurd li girtîgehên xwe de bidar vekirin

12:08 - 1 Adar 2025

Rêjîma dije mirove komara îslamî di rojên Çwarşemî û pêncşemiyê de 2 girtiyên Kurd bidar vekirin

Sibêdeha roja Çwarşemiyê 8ê Reşema 1403 an girtiyekî Kurd bi navê Elîriza Besatîniya xelkê bajarê Îlamê û akinciyê Têhranê, li girtîgeha Qizilhisara rêjîmê li Kerecê de hate bidarvekirin.

Herwisa sibêdeha roja Pêncşemiyê 9ê Reşemê, girtiyekî dinê ye Kurd bi navê Emîr Ceiferpenahî, xelkê bajarê Bîcarê, li girtîgeha Qizilhisara Kerecê de hate bidarvekirin.

Rêjîma dîktatore îslamî li Îranê de bi armanca gef û tirsandina xelkê bêzarbûyî ye welat, bidarvekirina girtiya weke alavekê bikar tîne û roj bi rojê zêdetir rêjeya bidarvekirinê zêde dike.