Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

8ê Mars li bajarê Sinê hate pîrozkirin

11:48 - 8 Adar 2025

Li bajarê Sinê de bi hilkefta 8ê Mars, “roja Cîhanî a Jinan” û herwisa Newroza Xakîpoşan, tevî hemû hewl û rêgiriyên rêjîmê, merasimek bi rê ve ço.

Roja Înê parekî berçav ji çalakên mafê Jinan û xebatkarên civakî û wekhevîxwaz li bajarê Sinê de bi hilkefta pîrozkirina roja Cîhanî a Jinan, rêûresmek pêkanîn.

Wan çalakan li vê merasimê de, bi belavkirina daxûyaniyekê bo piştevanî ji mafê Jinan, daxwazkarê hilweşandina sizayê bidarvekirinê bi giştî û bi taybetî sizaya bidarvekirinê li ser jinan kirin.

Wan çalakan li daxûyaniya xwe de bi hilkevta 8ê Mars, tekezî li ser xebata bi dijî nevekheviya li ser Jinan kirin û ragihandin ku ev dê bixebitin heta armanca wan a “Ne bo Êdamê” “Ne bo jin kuştinê” hasil dibe, bo vê yêkê jî amaje bi rolê pêşengayetiya jinên xebatkare Kurd hate kirin.

Li dawiyê de wan çalakan hem bi hilkevta 8ê Adarê roja cîhanî a Jinan û hem bi armanca pîrozkirin û pêşwazîkirina cêjna Netewî a Newrozê, şahî û govend û dîlan kirin û şadî û keyfxweşiya xwe dane xuyakirin.