Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaata rêjîmê, mamostayeka xelkê bajarê Serdeştê binçav kir

11:49 - 8 Adar 2025

Li berdewamiya binçavkirina xoserane ya welatiyên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê, hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Serdeştê de bê belgeya yasyî, êrîş kirine ser mala mamostayeka xelkê wî bajarî û ew binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Li berdewamiya binçavkirina xoseraneya welatiyên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê, vê carê jî , “Arizû Celîlzade” mamostaya bajarê Serdeştê, li 13ê Reşemeya 1403 a Rojî, li êrîşa xosearne û bê belgeya yasayî ya hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Serdeştê de bi ser mala wê welatiya Kurd, bi, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin. 

Li heyama wan çend rojên derbasbûyî de malbata vê mamostaya Kurd, çendîn caran serdana navendên ewlehî û dadweriyên rêjîmê li bajarê Sedeştê de kirine lê hemû hewlên wan bê encam mane.

Binçavkirina wê mamostaya bajarê Serdeştê li halekê de ye ku li heyvên derbasbûyî de hêzên ewlehî yên rêjîmê bi awayekî berfireh, dest bi binçavkirina xoseraneya xelkê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de kirine û qedera piraniya wan heta niha jî bi nerohnî maye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser “Arizû Celîlzade” û cihê ragirtina vê mamostaya Kurd, nehatiye zanîn.