Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdarekî terorîst li encama teqînekê de hate kuştin

11:51 - 8 Adar 2025

Pasdarekî terorîst ku fermandeyekî hêza deryayî ya spaha pasdaran bûye, li teqînekê de li navenda cebilxaneyan de li bajarê Têhranê hate kuştin û çendin karmendên temîrandina agir jî li dema temirandina wî agirî de birîndar bûne.

Roja Înê pasdarekî terorîst ê bi navê “Mistefa Ebdullahî” ku fermandeyekî hêza deryayî ya spaha pasadaran a rêjîmê li beşa texrîb de bûye, li encama teqînek cihê şik û gumanê li nav navendeke teqemenî ya hêza deryayî ya spaha pasdaran de li bajarê Têhranê de hatiye kuştin û hinek çavkaniyan jî ragijandine ku çend demjimêran piştî birîndarbûnê, li nexweşxaneyê de miriye.

Berdevkê temîrandina agir a bajarê Têhranê îdia kiriye ku bi sedema kombûna gazê ew teqîn qewimiye û kesek hatiye kuştin û 10 karmendên temirandina agir jî birîndar bûne, ew îdiaye li halekê de ye ku, rêjêmê pêştir jî teqînên li navendên xwe yên leşkerî de bi kombûna gazê ve girêdane.

Heta niha sedema vê teqînê bi serastî nehatiye zanîn lê egera vê yekê heye ku teqînek bi zanebûn û dariştî li navenda cebilxaneya rêjîmê de be.