Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêywendiya di navbera Îran û turkiyê her diçe aloztir dibe

11:58 - 8 Adar 2025

Karnasekî serbazî yê Tirkiyê li derheq piştvanîkirina rêjîma Îranê li Partiya Kedkarên Kurdistanê, li hevpeyvîneke zindî ya têlêvîzyonê de gefa êrîşeke hevşêweyê êrîşa Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê xwar û îdia kir ku hêza esmaniya Tirkiyê, dê êrîşê bike ser binkeyên “PKK” li bajarê Urmiyê de.

karnasekî serbazî yê Tirkiyê yê bi navê “Mete Sohatoxlû” ku wek rojnamevanek li bernameyeke zindî ya têlêvîzyona Tirkiyê de beşdarî kiribû, bi tekezî huşdarî da rêjîma Îranê ku hekî dest ji piştevanîkirin li Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK” hilnegire, dê hevşêweyê êrîşên esmanî yên Tirkiyê bo devera pêncwîn û Silêmaniyê li herêma Kurdustanê, dê êrîşê binke ser bargehên “PKK û PJAK” ê li bajarê Urmiyê de.

Pêştir jî “Hakan Fîdan” ê Wezîrê Derve yê Tirkiyê li hevpeyvînekê de huşdar dabû rêjîma Îranê ku dest ji alîkarîdan bi girûpên dijberî Tirkiyê yên wek PKK û Şîeyan ber de, hekîne Tirkiye jî dê li nav axa Îranê de piştevaniyê ji hinek aliyan bi dijî rêjîma Îranê bike ku armanca wî girûpên Azerî bûn.

Ew yek li halekê de ye Ku “PKK” li ser daxwaza “Ebdullah Ocalan” ê serokê xwe yê girtî, dixwaze qonaxeke aşîtîxwazane digel dewleta Tirkiyê dest pê bike û şerê çekdarî bi tevavî bisekinîne.