Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîka tenê 2 rêke pêşya Elî Xamineyî hêlane

12:02 - 8 Adar 2025

Serkomarê Amerîkayê careke din ragihand ku li demeke kin de tîştek mezin li Îranê dê biqewime û em derfetê nadne rêjîma Îranê ku çeka navkî berhem bîne, ev yek an dê bi rêya danûstandinê cîcicî bibe, an bi rêya şer, rêjîma Îranê ev du bijarde li berdest hene û gelek zû dibe yêk ji wan herduk rêkan bigire ber xwe.  

Roja Înê 17ê Reşemeya 1403 a Rojî Donald Trump ê serkomarê Amerîkayê li hevpeyvînekê de li koşka Sipî ragihand: “ rojên balkêş li benda me ne û em li derheq rêjîma Îranê gihîştine encama dawî, em bi ti awayekê derfetê nadine rêjîma Îranê ku çeka navkî berhem bîne û bo vê yekê du bijarde hene, an bi rêya diyalog û danustandinê dê bernameya navkî ya rêjîma Îranê bê sekinandin, an bi rêya şer, ew yek dê gelek zû biqewime.

Herwisa Serkomarê Amerîkayê ragihand: “Em hivîdar in ku bikarin bi rêya danûstandinê bigijîn encamekî aştîxwazane û vê ti pêwendî bi hêz an bê hêziyê ve nîne, ez bi xwe dixwazim bi rêya aşîtiyê bê çareserkirin, lê bijardeya din anku şer, ku dê gelek bi sam be, dê vê pirsgirêkê çareser bike.

Pêştir jî Donald Trump ragihandibû ku nameyek bo Elî Xamineyî şandiye. Bi wî awayî li demek kin de rêjîma Îranê dibe bi tevavî dest ji bernameya xwe ya navkî hilbigre an digel Amerîkayê şer bike û bi her du rêyan jî rêjîma Îranê dê rastî qeyranên herifîner bibe.