Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşewazî ji Newroza Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê dest pêkir

12:10 - 1 Adar 2025

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê îsal bi germ û guriyeke bê mînak, pêşwezî li rêûresma hatina Newrozê dikin ku bi Newroza Xakîpoşan hatiye binavkirin, li Poldeştê bi awayekî berfireh bi rê ve ço.

Rêûresmên Newroza Kurdî her salê bi awayekî bi şan bi rê ve diçin lê Newroja îsal ku bi navê “Newroza Xakîpoşan” hatiye binavkirin, bi awayekî bê mînak bi rê ve diçe û li roja Înê 10ê Reşemeya 1403 a Rojî, li gundê “Zakirlo” ser bi bajarê Poldeştê li parêzgeha Urmiyê, rêûresmeke gelek mezin bi beşdariya dehan hezarn kes ji jin, mêr, keç û kur bi awayekî bêmînak bi kincên Kurdî, hate lidar xistin.

Herwisa li vê rojê de “Newroza Xakîpoşan” bi awayekî germ û gur û bi beşdariya hezaran kesî ji xelkê gundê “Serawkam” û gundên derdora wî gundî, ser bi bajarê “Kamêran”ê, bi awayekî gelek berfirehtir ji salên berê, bi rê ve ço.

Newroza Xakîpoşan, tevî pîşewazîkirin ji sala nû ya Kurdî, çend sale ku bûye rêûresma xwedîderketin ji nasnameya netewî û Newroza îsal bi awayekî gelek berfirehtir ji salên pêştir û bi germ û guriyeke zêdetir bi rê ve diçe.