Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroza Xakîpoşan bi germûgurî li Rojhilatê Kurdistanê, tê pîrozkirin

12:07 - 8 Adar 2025

Tevê hemû rêgirî û pîlanên rêjîma Îranê, lidarxistina rêûresmên “Newroza Xakîpoşan” li gund û bajarên Kurdistanê de dest pê kirine û li bajarê Mihabadê bi awayekî bêmînak bi rê ve ço.

Li berdewamiya birêveçona rêûresmên “Newroza Xakîpoşan” de li bajaroka Goyktepe ser bi bajarê Mihabadê, rêûresmên bê mînak hatine lidar xistin û pîlanên rêjîmê li hember îradeya xelkê de careke din rastî şikestê hat.

Tevê ku li parêzgehên “Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam”ê de navendên itilaatî û ewlehiyên rêjîmê gef li xelkê medenî xwarine ku nabe rêûresmên Newrozê bi rê ve bibin, lê xelk bi îradeya qahîm û sekinîn li hember pîlan û gefên rêjîmê, rûresma “Newroza Xakîpoşan” bi rê ve din.

Li herêma Şarwêran a Mihabadê û li bajarokê Guyktepe de bi girseyekî mezin û bi beşdariya Hezaran kes ji Xakîpoşên Kurdistanê li wê deverê de, rêûresmekî berfirehe pêşwazî ji cêjna Newrozê hate lidarxistin.

Li wê rêûresmê de tevî dubarekirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, strandina sirûdên netewî û şoreşvanî, rêz ji tekoşîn û yada rêberên wek şehîd Dr. Qasimlo û şehîdên din ên Kurdistanê hate girtin û bi taybet dirûşma “Qasimlo Qasimlo, rêka te dirêjî heye” bibû dirûşma tev xelkê beşdar li vê merasimê de.

Xelkê Kurdistanê bi lixwekirina kincên xakî, girêdana axabanî û herwisa hewriyan, “Ne”yek mezin dibêjne rêjîm û siyasetên vê û li nirx û bihayên netewiyên xwe, xwedî derdikevin.