Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê 3 kes û 4 damezraveyên ser bi rîjîma Îranê xistine nav lîstê dorpêçan

12:11 - 8 Adar 2025

Dewleta kanadayê 3 kes û 4 damezraveyên ser bi rêjîma Îranê bi sedema pêwendî û dabînkirina alavan bo spaha pasdaran a terorîst û binpêkirina mafê mirovî, li lîstê dorpêçan zêde kirin.

Wezareta Derve ya Kanadayê bi balavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku 3 kes û 4 damezraveyên ser bi rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kirine, li vê daxiyaniyê de îşare bi navê “Husên Hatifî Erdekanî yê berpirsê tora tedarukatên navnetewî ên “Şirketa kawan Eêlktronîkê Bêhrad, Şirketa Basmed Elêktronîk, Mohendisiyê Pûyatêyfê Tedbîr Ariya” hatiye kirin.

Herwisa li vê daxiyaniyê de îşare bi navê “Mehdî Gûgirdçiyan ê birêveber û endamê heyeta birêveberî ya şirketa “Hewapêymasaziya Îranê” û “Husên Pûrferzane” ê endazyarê payebilind ê ofîsa çêkirina motoran a Pîşreane Ferzanigan” hatiye kirin.

Herwisa 4 şirketên “Kawan Elektronêk Bêhrad, Basmed Elektronîk, endazyariya Têyf tedbîr û ofîsa terahiyê sîstêmê Pîşranê Ferzanigan” xistine nav lîstê dorpêçan.

Ew kes û damezrave bi sedema pêwendî û rola wan li dabînkirina alavên hewce bo spaha pasdaran a terorîst û binpêkirina mafê mirovî û tepeseriya sîstematîk li Îranê,  ji aliyê dewleta Kanadayê ve li lîstê dorpêçan hatine zêdekirin.