
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 8ê Mars, roja cîhanî a Jinan û herwisa 24ê Reşemê, salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê peyamek belav kir
Deqa peyamê wiha ye:
8ê Mars, roja cîhaniya Jinan pîroz be.
Li rewşekê de em yada 8ê Mars, roja cîhanî a Jinan bi bilind radigrin ku çend rojên din, salvegera avakirina Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye.
Ji aliyekê 8ê Mars, bilindragirtina vê hilkeftê û hilsengandina rewşa jinan li warê pêgeh û destkevtên civakî, siyasî, aborî û bilindragirtina mafên vê qata civakê ye. Ji aliyê din ve jî, bîranîna salvegera avakirin a Yekîtiya Jinên Dêmokrat wek mîrateke Komara Kurdistanê ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdiustanê ve ye ku Pêşewayê mezin ê Kurdan, “Pêşewa Qazî Mihemed” li tevgera jinên Kurdistanê de destpêkerê vê bûye, tejî nirx û cihê balkêşandinê ye.
Ti şik û gumanek li vê yekê de nîne ku tevgera mafxwaziya jinan, bi taybet li Kurdiustanê, derbasî qonaxeke nû ji xebat bo vekhevî û dadperweriyê bûye# bi taybet ku niha xwediyê hêzeke mirovî û darayiyeke bi nirx û bi nabdor a cîvakî ye ku afirîûnerê û pêşengê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê ye.
Jin, çi belek ji tevgera civakî û çi beşek xuya ji tevgera netewî li Kurdistanê, li hewldan û xebata xwe de li pêxema nirxên jiyaneke modern, li meydanê de amade bûye, ezmûna du desthilatariya dîktatoriyê li vê meydandariyê de daye selimandin.
Tevî pîrozbahîkirina 8ê Mars û hêviya berdew3amî û serkevtin li xebat li pêxema azadiyê
Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê
17ê Reşemeya 1403 a Rojî
7ê Adar 2025