
Kongireya Netewên Îrana Federal û Yekîtiya Giştgîr bo Azadî û Vekhevî li Îranê, bi hilkefta 8ê Mars, roja cîhaniya “Jin”, daxuyaniyek hevpar belav kirin.
Li vê daxuyaniyê de ku li jêr navê “Yekîtî û Hevahengî digel Xebata Jinan heta Herifîn a desthilata Komara Îslamî, Dîktator û Dijî Jin” de hatiye belavkirinê, hatiye “Jin li Îranê ne bi tenê li birêvebirina rêûresma 8ê Mars hatine bêparkirin, belku her cure nîşandaneke nerizayetiyê bi cudatîdanîna zayendî, tundûtîjî û nedadperweriyê ji aliyê jinan ve bersivek kêmtir ji tepeserî, girtin, îşkencekirin û azardan û bidarvekirinê nabe.
Li vê daxuyanuiyê de hatiye nivîsandin: “46 sal e ku jin bi berdewamî li dijî desthilata komara îslamî ya dîktator û dijî jin, xebatê dikin, tevgera “Jin Jiyan Azadî” bi başî ew mijara rohn kiriye ku tevî hemû tepeserî, îşkence, girtin û bidarvekirinan de, xebata jin li Îranê bi şêwazên cur bi cur, berdewam e”.
Li berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye, rawestan li hember yasayên paşveroya hicaba bi zorê, tevî hejmarek sizakirinên nedadperweraneyên giran, girtin û ragirtin li nexweşxaneyên hundirî, yek ji meydanên xebata jinan li dijî rêjîma Îranê ye.
Li vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi xebat û çalakiya jinan li warên siyasî, civakî, medenî, hunerî û herwisa rola jinan li tevgera civakî de tekezî li ser vê kiriye ku rêjîm bi vê sedemê, bi taybet li salên derbasbûyî de û piştî tevgera “Jîna”yê, givaşek zêdetir xistiye ser jinan û rojane rêjeyeke zêdetir ji jinan digre û bo girtîgeha vediguhaze û îşare bi wî jî kiriye ku her ew jinane, li girtîgehên Îranê de bûne hêz bo kempêyna “Sêşemiyên Ne bo Bidarvekirinê”.
Ew 2 hevpeymanên siyasî, sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser girtiyên siyasiyên Kurd, “Wirîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî” de bi tundûtîjiya sîstematîk bo ser jinan dizanin û piştrast dikin ku desthilat bi rêya yasayên kevneperestane û paşvero, cudatîdanîna zayendî li civakê de dariştine û bi şêwazeke kirêt, mijûlê hewldanê ye ku bi tuntirkirina tepeseriyan û çêkirina rewşa tirs û sam, li hember tevgera binyatşikên a jinan, bisekine.
Kongireya Netewên Îrana Federal û Yekîtiya Giştgîr bo Azadî û Vekhevî li Îranê, ragihandine ku tevgera jinan li Îranê bi yek ji beşên bingehîn a xebata dijî rêjîma “mêrsalar” dizanin û tekez kirine ku mil bi mil û hevpeyman digel wan de li rêya herifandina desthilat a dijî jin a komara îslamî, pêngavan dawêjin.
Li dawiya daxuyaniyê de tevî pîrozbahîkirina 8ê Mars li jinên Îran û cîhanê, daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî bi taybet jinên girtî û herwisa hilveşandina hemû sizayên sepandî yên bidarvekirinê yên wek sizaya bidarvekirin a “Şerîfe Mihemedî, Wirîşe Muradî û Pexşan Ezîzî” kirine.