Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaata rêjîmê ciwanekî xelkê bajarê Pîranşarê binçav kirin

11:27 - 9 Adar 2025

Li berdewamiya girtina xoseraneya welatiyên kurd ji aliyê rêjîma Îranê, hêzên îtilaat rêjîmê li bajarê Pîranşarê de bi awayekî xosearne, êrîş kirine ser mala ciwanekî xelkê bajarê Pîranşarê û bi reftareke tundûtûj û hovane, ew ciwanê Kurd girtin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka rapora “Çaw News”ê, êwara roja Şemî 18ê Reşemeya 1403 a Rojî, hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Pîranşarê, bi awayekî xoserane û bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala ciwanekî temen 24 salî yê xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê “Fexredîn Tahirî”, kurê “Seyîd Muslih” û bi reftareke tundûtûj û hovane, ew ciwanê Kurd girtin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka vê raporê, hêzên îtilaata rêjîmê li vê êrîşa xoserane û neyasayî de bi şêwazek tundûtîj, derî û pencereyên mala bavê wî welatiyê Kurd şikandine û piştî vê kiryara hovane, mala bavê wî vekolane û “Fexredîn Tahirî”, girtine.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina “Fexredîn Tahirî” nehatiye zanîn.