
Viladêmîr Zêlênskî, Serkomarê Ukraynê li koşka Sipî de hevdîtinek digel Serkomarê Amerîkayê Donald Trump de kir û berevanî ji helwîsa xelkê Ukraynê bo şer digel Rûsiyê kir.
Hevdîtina Viladêmîr Zêlênskî yê serkomarê Ukraynê digel Serkomarê Amerîkayê, Donald Trump, li Koşka Sipî de geheşte rewşekî tund û ji hev tûrebûnê.
Donald Trupm ku pêştir digel Rûsiyê danûstandin kiribû û soz dabû ku dawiyê bi şerê di navbera Ukrayîn û Rûsiyê de bîne, di vê rûniştinê de gote serkomarê Ukraynê êdî we ti hêz nemaye ku şer berdewam bikin, hekî piştewaniya Amerîka nebaya we nedikarî li hember Rûsiyê de berxwe bidin, lewra niha hewce nake dirêjiyê bidne şer.
Tiramp bi kerb û tundî gote Zilnskî hekî tu agirbest û lihevkirinê erê nekî, em piştgîriya we nakin û emê alîkariyên xwe rawestînin.
Herwisa serkomarê Ukraynê got ku Rûsiyê êrîş kirye ser axa me û jin û zarokên Ukraynî kuştine û eva raste bê piştevaniya Amerîkayê nedikarî serbikeve, lê bi ti awayekê û li ser lihevkirina Amerîka digel Rûsiyê ev amade nîne digel Viladêmîr Potîn kombûna agirbetstê pêk bîne.
Hindî diço zêdetir nîqaşa wan tund dibû û Serkomarê Ukrayînê li dawiyê de bi tureyî û kerb ji koşka sipî derkevt.
Vê nîqaşa tund gelek bandor hebû û dest bi cî hemî welatên Yêkitiya Ewropa piştewaniya xwe ji Ukrayînê ragihandin û gotin Zilniskî bi tenê nîne û tenê nahêlin.