
Welatiyekî xelkê bajarê Bokanê ku dukana dirûmanê heye, ji alliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê hate binçavkirin û bo girtîgeheeke ewlehî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.
Pêka rapora “Kurdpa”yê, welatiyekî xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Bêhrûz Ferheng” li roja Sêşemî 14ê Reşemeya 1403 a Rojî, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê, hatiye girtin û bo lêpirsînan bo girtîgeheke ewlehî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.
Pêka vê raporê, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî êrîş kirine ser dukana dirûman a wî welatiyê Kurd li şeqama “Mewlewî Şerqî” û navbirî girtine û mobayla wî jî digel xwe birine.
Li vê raporê hatiye ku “Bêhrûz Ferheng” piştî 24 demjimêr ji binçavkirina wî, bi rêya pêwendiyeke kurt a têlêfonî, malbata xwe agehdar kiriye ku bi armanca lêpirsînê bo girtîgehe îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê, hatiye veguhastin.
Heta belavbûna vê nûçê, sedema êrîşkirina xoseraneya hêzên îtilaata rêjîêmê bo ser dukana wî welatiyê kurd û sedema binçavkirin awî û tohmetên sepandî bi ser navbirî de nehatiye zaqnîn.