Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitira dahat a firotina neft û pola ya hinardekiriya Îranê, nazivire banka navendî

11:45 - 10 Adar 2025

Gendeliya malî ya li hinardekirina neft û gaz û herwisa pişeya pola li Îranê gihîştiye astekê ku rêjîma Iranê îtiraf bi nezivirîna zêdetir ji %70 a vê dahatê bo banka navedî dike.

Gendeliya sîstematîk a rêjîmê Îranê bi qasekî zêde bûye ku meclîsa rêjîmê û heta rojnameya Kêyhan a ser bi Elî Xamineyî jî îtiraf bi nezivîna zêdetir ji %70 a dahta hinardekirin a neft û gaz û herwisa pola bo xezîneya banka navendî kirin.

Cihgirê serokê komîsiyona telfîq a meclîsa rêjîmê yê bi navê “Muhsin Zengene” îtiraf kir: “Pitira şirketên ku dirafê vergirtî bo ticaret û hinardekirinê vergirtine û bo banka navendî nazivirînin hikûmet bi xwe ye an şirketên ser bi hikûmetê ne an kesên hikûmî li wan şirketan de berpirsayetî hene”.

Herwis rojnameya Kêyhan a ser bi Elî Xamineyî yê rêberê rêjîmê nivîsandiye: yek ji pirsgirêkên bingehîn li dabînkirina çavkaniyên dirafê biyanî, eve ku şirketên mezin ên hinardekirina berhemên pîşeya pola û pêtrokîmiya ku pêka raporan zêdetir ji %70 a hinardekirinê ye, bo banka navendî nazivire.

Gendeliya sîstematîk a rêjîma Îranê gelek berfirehtir û zêdetir ji îtirafên rêjîmê, berdewam e û dahata xelkê Îranê li derveyî Îranê bi armancên siyasî û şûm ên rêjîma Îranê bo berfirehtirkirina terorîzma navnetewî û cîbicîkirina fitneyên rêjîmê têne xerc kirin.