Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî îtilaata rêjîmê li Belûçistanê, ji aliyê saziya Ceyşuleil ve hate kuştin

12:10 - 10 Adar 2025

Cihgirê îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê “Sîb û Soran” ser bi parêzgeha Belûçistanê, ji aliyê hêzên Ceyşuledil ve hate kuştin û vê saziyê bi belavkirina dqaxuyaniyekê, ew yek li stuyê xwe girt.

Pêka daxuyaniya saziya Ceyşuledil,  roja Yekşemî 19ê Reşemê, cihgirê îdsareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Sîb û Soranê ser bi parêzgeha Belûçistanê yê bi nasnavê “Celalî”, li ber deriyê mala wî li bajarê Soranê de li vê parêzgehê, ji aliyê hêzên Ceyşuledil ve hatiye kuştin û vê saziyê ragihand ku ev bersivek bi kiryarên hovaneya rêjîmê li Belûçistanê de ye.

Herwisa saziya Ceyşuledil tevî huşdarîdan bi karbidestêpn leşker û ewlehî yên rêjîmê li vê parêzgehê, ragihand kesên ku li îdareyên ewlehî û binkeyên leşkerî yên rêjîmê de kar dikin, hevkar û hevparê wan cinayetên rêjîmê ne ku li Belûçistanê de rêjîma Îranê li hember xelkê Belûç dike.

Vê saziyê ev yeka jî ragihandiye ku li egera her êrîş û derbek bi hêz û karbidestên rêjîmê, ev kesên ser bi rêjîmê, bi xwe berpirsyarin û divê ji Belûçistanê derkevin.