
Wezareta Derve ya Amerîkayê xelateke 15 milyon Dolarî bo her kesekê diyarî kiriye ku bikare li derheq karmendên payebilind û tora malî ya taya berhemanîna dironan a spaha pasdaran a terorîst zanyariyan bide Wezareta Derve ya Amerîkayê.
Roja Duşemî 20ê Reşemeya 1403 a Rojî, Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku her kesek bikare li derheq karmendên payebilind û tora malî ya taya berhemanîna dironan a spaha pasdaran a terorîst a bi navê şirketa “Kîmiya Part Sîwan anku “KÎPAS” a taya berhemanîna dironan a spaha quds a spaha pasdaran, zanyariyên bide Wezareta Derve ya Amerîkayê, dê bi 15 milyona Dolarî, bê xelatkirin.
Pêka vê daxuyaniyê, “Ebas Sertacî, Abulfezil Mişkanî, Hadî Zarokî, Mehdî Niqne, Riza Nehardanî û Hesen Arambûnijad”, 6 karmendên payebilind ên rêjma Îranê ne ku li berhemanîna dironên spaha pasdaran de rol hene.
Wezareta derve ya Amerîkayê tekez kiriye ku her zanyariyek li derheq karmendên payebilind an tora maliya “KÎPAS”ê hebin bi adrêseke internetî ku diyarî kiriye, bişînin, renge heta 15 milyon dolarî bêne xelatkirin.