
Li halekê de ku serokê hikûmeta Sûriyê aloziyên vê dawiyê li Sûriyê de bi dewleteke derve ve ya hevpêymanê rêjîma pêştir a Sûriyê ve girêdaye, Birêveberê Pêwendiyên Giştî yê Wezareta Berevaniya Sûriyê, rêjîma Îran û Hizbullahê xwediyê rol li aloziyan de binav kir.
“Ehmed El-Şer`i”, serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê ku ragiahandibû tundûtîjiyên vê dawiyê Li Sûriyê, ji aliyê hevpêmanê rêjîma pêştir a Sûriyê tê kirin û amade nebû navê vê dewletê eşkere bike, niha Wezareta Berevanî ya Sûriyê ragihand, rêjîma Îranê li aloziyê vê dawiyê li Sûriyê de dest heye.
“Elî El-Refaî”, birêveberê Pêwendiyên Giştî yê Wezerate Berevanî ya Sûriyê, li hevpeyvîn digel “El-Erebiye”yê de ragihand ku rêjîma Îran û Hizbullah bi rêya hêzên paşmayî yên rêjîma Beşar Esed li aloziyên ewlehî yên Sûriyê de rol hene.
Rêjîma Îranê û Hizbullahê ew yeka red kiriye.