
Newroz weke cêşna netewî a Kurdan ku îsal ji aliyê çalakvanan ve navê sembolîke “Newroza Xakîpoşan” hatiye navdêrkirin, li seranserî Rojhilatê Kurdistanê de bi girseyekî mezin tê pîrozkirin.
Zêdebarî gef û givaşên rêjîmê bi armanca pêşîgirtin ji birêveçona wan merasiman, di rojên derbasbûyî de rêûresmên mezin û bi beşdariya girseyî li çendîn dever û bajanan de latine lidarxistin.
Herwisa ji aliyê çalakvanên navxweye Rojhilatê Kurdistanê ve banghêjî bo beşdariya berfirehe xelkê li merasimê ku qirare bêne birêvebirin tête kirin.
Li Îlamê , Kirmaşan, Sine, Merîwan, Serdeşt, Urmiye û gelek cihên dinê amadekarî têne kirin ku merasimên bi şan û mezin bêne girtin.
Çalakvanên bajarê Urmiyê û rêkxer û amadekarê merasima pêşwazî ji Newroza Xakîpoşan, ragihandine ku dê roja 28ê Reşemê li hemberî 18ê Adarê, dê merasimekî berfireh a cêşna Newrozê li Urmiyê de bête lidarxistin, Lewra banghêjiya her kesekî dikin bi taybet hemî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku tevlî wê merasimê bibin ku dê li Urmiyê de birêve biçe.
Wan çalakvanan li bangewaza xwe de daxwaz û deiwet li gelê me Îlam, Kirmaşan, Sine û Loristan û Xurasanê kirine ku roja sêşemî 28ê Reşemê bi cilûbergên Kurdî û Axabaniyê, li Urmiyê bin.
Ew çalakvan dibêjin dê mezintirîn merasima Newrozî li dîroka Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve bibin.