
“Ehmed El-Şer`i ê serokê dewleta nû ya Sûriyê digel Mezlûm Ebdî, Fedrmandeyê HSD, lihevkirinek wajo kirin.
Roja Duşemî 20ê Reşemê, ofîsa serkomarî ya Sûriyê ragiahndiye ku “Ehmed El-Şer`I” ê serokê dewleta nû ya Sûriyê digel Mezlûm Ebdî, Fedrmandeyê HSD, gihîştine lihevkirinek girîng û pêka vê lihevkirinê ku ji 8 xalan pêk hatiye, hemû navendên îdarî yên devera xweser li Rojavayê Kurdistanê, dê tevlî sîstema hikûmeta Sûriyê bibin.
Herwisa pêka vê lihevkirinê, hemû navend û damezraveyên medenî û serbazî li Rojavayê Kurdistanê dê tevlî birêveberiya dewleta Sûriyê bibin.
Pêka daxuyaniya Ofîsa serkomarî ya Sûriyê, xalên lihevkirî ev in:
1- Garantîkirina mafê hemû xelkê Sûriyê bo nûneratî û beşdarî li navendên hikûmî, bê ti cudatîdanînekê.
2- Civaka Kurdî wek beşek ji dewleta Sûriyê bête naskirin, û garantîkirina mafên welatîbûna wan bê kirin.
3- Sekinandîna hemû şer û aloziyan li seranserê Sûriyê.
4- Têkelkirina navendên serbazî û medenî li çarçoveya dewleta Sûriyê.
5- garantîkirina zivirîna ewlehiya koçberên Sûriyê bo deverên xwe.
6- piştevanîkirin li dewleta Sûriyê li hemberî gefên ewlehî û paşmaweyên DAÎŞê.
7- Redkirina her cure hewlek bo perçekirina axa Sûriyê.
8- Avakirina komîteyên cîbicîûêkar bo lipeyketin û birêveberiya lihevkirinê, li dema xwe de.
Bi Kurtî naveroka wan 8 xalan eve ku Mezlûm Kobanî û Ehmed Colanî pêk hatine ku hêzên PYD û îdara xwebirêveberiya Rojavayê Kurdistanê anku hêzên Kurd bibne beşek ji hêza Sûriyê û bikevne bi deshilata Colanî de, piştre bi hev re pêşya heçî cudahîxwazî û cehda perçekirina Sûriyê bigrin, Kurd jî weke welatiyên Sûriyê bêne naskirin.