
Li halekê de ku ji destpêka heyva Reşemê ve rêjîma Îranê zêdetir ji 101 kesî li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar vekirine, roja derbasbûyî jî li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Xuremabad, Zencan û Yezd”ê de 4 girtiyên din hatine bidarvekirin.
Pêka raporên belavbûyî, roja 19ê Reşemê, girtiyek ê temen 30 salî yê bi navê “Ehmed Seîdî” xelkê bajarê Zencanê, ku 2 sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê de hate bidarvekirin.
Herwisa li 18ê Reşemê de jî, “Hûşeng Mihemedxanî”, temen 31 salî, xelkê bajarê Yezdê ku 2 sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, bi nihênî û bê agehdarbûna malbata wî û hevdîtina dawî digel wan, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê de hate bidarvekirin.
Herwisa li vê rojê de “Obeyd Melekî” yê temen 27 salî xelkê bajarê Dizfûlê û “Mihemedcewad(Efşîn) Hesenwend” ê xelkê Eleşterê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hate bidarvekirin.