
Bi armanca hevxemî digel malbat û kesûkarê wan çiyagerên can jidestdayî ên Rojhilatê kurdistanê, rêzdar Mistefa Hicrî Sekirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat, peyamekî hevxemiyê belav kir ku deqa wê peyamê wihaye:
Hejmarek ji çiyager, li menteqa bajarê Banê de kevtine bin reniya berfê de û mixabin bi vê sedemê qurbanî li pey xwe hiştin.
Ez hevxemiya xwe radigehînim û serxweşiyê pêşkêşî malbatên wan qurbaniyane dikim û hivîdarim ku birîndarên vê bûyerê jî hindî zû tendirustiya xwe bidestve bînin û vegerne himbêza malbatên xwe.
Mistefa Hicrî
Sekirtêrê Giştiyê Hizba Dêmokrat a kurdistana îranê.