
Komîteya Eşkerekirina Rastiyan a Saziya Netwên Yekgirtî, li rapora xwe ya salane de îşare bi binpêkirina berfireh a mafê mirovî û cinayet li dijî mirovahî, li Îranê de kiriye.
Komîteya Eşkerekirina Rastiyan a Saziya Netwên Yekgirtî rapora xwe ya salane amade kiriye ku li 58emîn civîna Şêwraya Mafê Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî de pêşkêş bike, li vê raporê de bi rohnî rewşa mafê mirov li Îranê hatiye nîşandan û pêka wan rastiyên eşkerkirî, tepeseriya berfireh û cinayet li dijî mirovahî li Îranê, berdewam e.
Ew rapora li encama lêkolînên 2 salan a Komîteya Eşkerekirina rastiyan, ji dema şehîdkirina “Jîna Emînî” li 16ê September 2022 ve dest pêkiriye ku lêkolînên li derheq tepeserkirina nerizayetiyan, bikaranîna tundîtîjî, binçavkirinên xoserane, îşkencekirin û bidarvekirinên şanoyî wek beşek ji alava givaşxistina hundirî, hatine tomarkirin.
Ev rapora zêdetir ji 38 hezar belge û 281 hevpeyvînên digel şahidan û qurbaniyên wan tepeserî û tundûtîjiyan û herwisa belgeyên kuştina neraziyan ku ji aliyê rêjîma Îranê ve li jêr navê xwekujî belavkirine, li xwe digre.
Herwisa li vê raporê de tevî îşarekirin bi tepeseriya sîstematîk a neraziyan û givaşxistinên bi ser malbatên qurbaniyan û azardana parêzerên mafê mirov û binpêkirina mafên welatiyan, îşare bi givaşa zêdetir a bi ser jinan û keçan li Îranê hatiye kirin ku ew bi beşek ji tepeseriya berfireh li dijî çalakvan û alîgirên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê daye zanîn.
Ew rapora dê li 18ê Adarê bi hemû hûrdekariyên xwe ve bê belavkirin.