Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

banghêjkirina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

12:02 - 12 Adar 2025

Piştî destpêkirina rêûresmên Newroza Xakîpoşan li Rojhilatê Kurdistanê, banghêjkirina welatiyên Kurd bo navendên ewlehî û dadweriyên rêjîmê berfirehtir bûne û 2 welatî hatine banghêjkirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, roja Sêşemî 21ê Reşemeya 1403 a Rojî, “Cibreîl Fethî”, temen 30 salî û “Mihemedenûşîrewan Heyderî”, yê temen 35 salî, yên xelkê gundê “Awîheng”ê ser bi bajarê “Sewlawa”yê, ji aliyê dadgeha rêjîmê li wî bajarê de hatine banghêjkirin û jêpirsîn li wan hate kirin.

Dadgeha rêjîmê li bajarê “Sewlawa”yê de tohemeta “propaganda li dijî rêjîmê” bi wan 2 welatiyên Kurd daye û ew tohmetlêdan bi fermî bi wan hatiye ragihandin.

Pêka vê raporê, wan 2 welatiyan li rêûresma bi şan a Newroza Xakîpoşan a gundê “Çişmîr”ê de ku li 11ê Reşemê bi rê ve çobû, beşdarî kiribûn û bi vê hêcetê, kevtine ber kerb û kîna rêjîmê û li dadgeha rêjîmê de bo wan dosye hatiye amadekirin.

Nerwoza Xakîpoşan bi awayek berfirehtir û germûgurtir ji her demekê li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e û tevî hemû hewl û pîlanên rêjîmê, bi rê ve diçin û xelkê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji vê rêûresma xwe ya netewî, xwedî derkevtiye.