
Kombûna nerizayetiya karmendên “Îrammal” a bajarê Şehriyar ser bi bajarê Têhranê, rastî tundûtîjiya hêzen ewlehî yên kinc medenî û garda taybet a motorsiwaran hat.
Pêka raporên belavbûyî, roja Sêşemiyê, hêzên ewlehî yên rêjîmê bi kincên medenî û garda taybet a motorsiwaran, êrîş kirine ser kombûna nerizayetiya karmendên “Îranmal” li bajarê Şehriyar û tundûtîjîî xistine nav vê kombûna aştîxwazane.
Karmendên Îranmal bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember nedana hiqûqên wan ên çendîn heyvan, kombûna nerizayetiyê li nav bînaya Îranmalê de lidar xistin û zêdetir ji 200 karmendên Îranmal”ê li vê kombûnê de beşdarî kirbûn.
Hêzên rêjîmê bi êrîşkirin bo ser vê kombûna aşîtîxwazane , tevî reftarên tundûtîj hewla hilveşandina vê kombûnê dan ku rastî berteka karmendên nerazî hat û alozî kevte navbera wan hêzên hov û wan karmendan.