
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê daxuyaniyek li derheq lihevkirina li navbera fermandeyê Giştî yê HSD “Mezlûm Ebdî” û Serkomarê demkiye Sûriyê, “Ehmed El-Şer`i” belav kir.
Deqa daxuyaniyl wiha ye:
Roja Duşemî 20ê Reşemeya 1403 a Rojî, lihevkirinek li 8 xalan de li navbera “Mezlûm Ebdî”, Fermandeyê Giştî yên Hêzên Sûriya Dêmokrat (HSD) û “Ehmed Şer`i”, Serkomarê demkî, wajo kir ku hekî bi tevavî bê cêbicîkirin, beşek ji daxwaziyên gelê Kurd li Sûriyê, dê bidestve bên.
Bê guman li vê qonaxê de gelên Sûriyê piştî nemana rêjîma Beşar Esed û kurtkirina destê komara îslamiya Îranê li alozkirina welatên wan, zêdetir ji her demekê, hewcehî bi asayiş û aramî û pevrekarkirina li pêxema avedankirina welatê xwe hene.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, hivêdar e ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de piştî dehan sal xebat û tekoşîn bo dabînkirina mafên xwe, bi mafên xwe yên yasayî û fermî, şad bibe.
Em hivî dikin ku ev rêkevtina destpêkek be bo garantîkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê li yasaya bingehîn ya paşroja Sûriyê li avedankirina bi hevre û pêşxistina welatên wan de hevkar û alîkarderê hev bin.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Desteya Kargêrî
22ê Reşemeya 1403 a Rojî
12ê Adara 2025 a Zayînî