
Li Rojhilatê Kurdisanê de ji aliyê kêmendaman, karmendan û herwisa operatorên berqê û personelên Orjansa 115, kombûnên nerizayetî li bajarên Kirmaşan, Serpila Zehaw û Dêhloranê de bi rê ve çon
Roja Çarşemî 22ê Reşemya 1403 a Rojî, li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Kirmaşanê, hejmarek ji kêmendaman li rûberûyê bînaya “bêhzîstî” ya rêjîmê li wî bajarê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza cîbicîkirinas madeya 27 a alîkarîdan bi kêmendaman û herwisa parastina hiqûq û kirameta kêmendaman kirin.
Herwisa karmendên îdareya cehadê li bajarên Kirmaşan û Serpila zehaw li rûberûyê bînaya vê wezareta rêjîmê li wan 2 bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xustin û daxwaza birêveçona madeya 106 a yasaya birêveberî ya xizmetkariyên giştî kirine û ragihandine ku hiqûqên wan dibe li rêzbendiya hiqûqên taybet û mafê parastina ewlehiya xwarinê, zêde bibe.
Operatorên şirketa berqê yên devera rojavayê Kirmaşanê jî li rûberûyê bînaya parêzraiya rêjîmê li wî bajarî de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin û zêdekirina hiqûq û heqdetên xwe kirine.
Li bajrê Dêhloranê de jî hejmarek ji personelên Orjansa 115 li rûberûyê bînaya “bêhdaşt û derman” a wî bajarî de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwa pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.
li vê rojê de zêdetir ji 14 kombûnên nerizayetî li bajarên dinê ye Îranê wek: “Têhran, Kirman, Yasûc, Tewrêz, Benderebas, Erak, Qezwên, Qom, Bûşêhr û dorgeya lawan”ê, hatine lidarxistin.