Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmên Newroza Xakîpoşan bi berfirehî û germûgurî li Rojhilatê Kurdistanê têne lidarxistin

11:55 - 13 Adar 2025

Li gundê “Diryaz”ê ser bi bajarê Mihabadê, rêûresma Newroza Xakîpoşan bi awayekî bi şan bi beşdariya hezaran kesî bi kincên Kurdî yên xakî, axabanî û hewriyan bi rê ve ço.

Li berdewamiya rêûresmên Newroza Kurdewarî ku îsal bi navê Newroza Xakîpoşan hatiye navdêrkirin, roja 22ê Reşemê, li gundê “Diryaz”ê ser bi bajarê Mihabadê, rêûresma Newroza Xakîpoşan bi awayekî bi şan bi beşdariya hezarn kesî bi kincên Kurdî, axabanî û hewriyan bi rê ve ço.

Tevî hemû gefxwarinên rêjîma Îranê ji xelkê û gazîkirina çalakvanên medenî û çandî yên Kurdistanî ji aliyê dezgehên ewlehî û tepeserker ên rêjîmê, xelkê gundê Diryazê û nawça Şarwêrana Mihabadê û deror, bi xwest û îradeya xwe û li dijî daxwazî û hewldanên rêjîmê, biryar dan ku ji vê rêûresma netewiya Kurd xwedî derkevin û bi kincên xakî, axabanî û herwiyan pêşewazî li Newrozê kirin.

Di wê merasima girseyî û hemasî de, Agirê Newrozê ji aliyê Dayîkên Axabanî li sere Kurdistanê ve hate hilkirin û bi govend û dîlana Xakîpoşan bo heyamê çend demjimêran berdewam bû.

Rêûresma Newroza Xakîpoşan li gundê “Diryaz”ê tevî hemû rêgirîkirinên rêjîmê bi awayekî bê mînak bi rê ve ço, ew yeka dide xuya ku rêjîma Îranê bi hemû pîlanên xwe, nikare li hember îradeya xelkê de bisekine û birêveçona wan rêûresman bi beşdariya hezaran û dehan hezarî li rêûresmên Newroza Xakîpoşan, mînak û selimînerê vê rastiyê û serketina îradeya xelkê ye.