
Li berdewamiya girtina welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma îslamiya Îranê, 2 welatiyên Kurd ên xelkê bajarên Bane û Seqizê, hatine binçavkirin.
Pêka raporan “ Ebdullah (Rêbaz) Ehmedzade”, çalakvanê çandî yê temen 45 salî yê xelkê taxa Hemalawa” ya bajarê Seqêzê ku endamê Encumena Çandî ya Helebçê” ye, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li wî bajarî, hate girtin û mala wî jî hate vekolîn û navbirî bo ciheke nexuya, hate veguhastin.
Navbirî her salê li salvegera kîmiyabarana Helebçê de rêûresma taybet bi vê karesata mirovî, li bajarê Seqizê de lidar dixe.
Heta niha sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî çalakvanê çandî û herwisa cihê ragirtina wî, nehatiye zanîn.
Herwisa li vê rojê de “Rehman Ehmedî” ê xelkê bajarê Banê, piştî gazîkirin bo dadgeha rêjîmê li bajarê Banê, hate girtin û bo girtîgeha inqilab a rêjîmê li bajarê Banê, hate veguhastin.
“Rehman Ehmedî” pêştir bi tohmeta “Hevkarî digel yek ji Hizbên dijberî rêjîmê”, ji aliyê dadgeha inqilab a rêjîmê ve 3 sal sizaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin û piştî heyvek ragirtin li girtîgeha rêjîmê li bajarê Banê, bi danîna barimtê, bi awayê demkî hatibû azadkirin.