
Tevê hemû gotinên şanoyî yên rêjîmê li navxweyê Îranê û lahîkirin ji welatan bo navbendçîtîkirin li navbera vê rêjîmê û Amerîkayê de, rêjîma Îranê hêj bi fermî bersiva nivîsa Donald Trump nedaye.
Piştî gihîştina nivîsa “Donald Trump” ê Serkomarê Amerîkayê bi berpirsên rêjîma Îranê, vê rêjîmê heta niha bi fermî bersiva vê nivîsê nedaye û pêka vê nivîsê rêjîm dibe digel Amerêkayê li ser masê danûstandinê, lihevkirinê bike, neku dê rsatî bersivdana serbazî ya Amerîkayê bê ku pêka gotina Donald Trump, dê bersivek gelek bi sam be.
“Sêrgêy Lawrof”, Wezîrê Derve yê Rûsiyê li vê derheqê de gotiye: “Amerîkayê bo pêşmerca rûniştin digel Îranê, daxwaza sekinandina hemû piştevanêkirina rêjîma Îranê li milêsn ser bi vê rêjîmê li Rojhilata Navîn de kiriye ku bi hizra min ti îmkanek bo vê yekê nîne”.
Li halekê de ku rêjîma Îranê bi ti şêwazekê şiyana sekinîn li hember Amerîkayê de nîne, rêberê rêjîmê Elî Xamineyî gotiye ku danûstamndin digel Amerîkayê dê givaş û dorpçan li ser rêjîmê zêdetir û dijwartir bike lê heta niha bi fermî, bersiva nivîsa Donald Trump bo “an danûstandin an şer”, nedaye.
Li halekê de ku rêjîma Îranê lahiyan li welatên deverê dike ku li navera vê rêjîmê û Amerîkayê de naybendçîtiyê bikin, lê deshilatdarên rêjîmê bi armanca xapandina raya giştî, li navxweyê Îranê de şanoyek din dilîze.