
Girûpeke çiyageran li bilindahiyên çiyayê “Heft Taş”a bajarê Banê kevtne bin reniyê ku li encamê de 4 çiyageran canê xwe ji dest daye û 4 çiyagerên din jî piştî evê ku bi zindî hatine peydakirin û birîndar bûne, bo nexweşxanê hatine veguhestin.
Li bilindahiyên çiyayê “Heft Taş”ê ser bi bajarê Banê, li 33 kîlometriya rêya bajarê Banê bo gundê “Beyan Derê”, girûpeke çiyageran, rastî reniyê hatine ku ku pêka dawî raporan, 4 çiyageran mixabin canê xwe ji dest dane û 4 jî bi birîndarî piştî çendîn demjimêran lêgerînê, hatin peydakirin.
Pêka wan raporan, “Kerîm Îbinê ebabs, Nîştiman Danişmend, Şehla Rehmanî û Yasa Sadiqî” canê xwe ji dest dane û “Şehram Elayî, Bextiyar Fetahî, Xaliq Mihemednijad û Fireydûn Husêynî” bi birîndarî hatine rizgarkirin ku bo nexweşxanê hatine veguhastin..