Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê toreke tawankar a Swêdî bi sedema hevkarî digel rêjîma Îranê, xiste nav lîstê dorpêçan

12:06 - 13 Adar 2025

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê toreke tawankar a Swêdî ya bi navê “Fakstrot” bi sedema hevkarî digel rêjîma Îranê bo kiryarên terorîstî li dijî Îsraîl û Cihûan li Ewropayê,  xiste nav lîstê dorpêçan.

Roja Çarşemî 22ê Reçemeya 1403 a Rojî, “Skat Bêsênt”, ê Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê, da zanîn ku tora tawankara a Faxtrot ku pitir li welatê Swêdê de ye, bi sedema hevkarîkirina wan digel rêjîma Îranê bo êrîşkirin bo ser xelkê Îsraîl û cihûyan li Ewropayê, xistiye nav lîstê dorpêçan.

Herwisa navbirî ragihand ku birêveberê vê tora tavankar yê bi navê “Rewa Mecîd” jî li lîstê dorpêçan hatiye zêdekirin.

Li sala 2024 a Zayînî de tora Fakstrot bi nûneratiya rêjîma Îranê, êrîşa bo ser balyozxaneya Îsraîl li Stokholmê de rêkxistin kiribû.

Skat Bêsênt, bi tekezî ragihand: “Bikaranîna bêşermaneya rêjîma Îranê ji torên biyanî yên tawankar û qaçaxçiyên madên hişber, hewldana vê rêjîmê bo gihîştin bi armancê bi her rêyekê, bê berçavgirtina nirxa vê bo civakan li seranserê Ewropayê de zêdetir dide berçav.