
Nûnerê Birîtaniyê li saziya Netewên Yekgirtî de hoşdarî da rêjîma Îranê ku bo rêgirîkirin li destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî, hekî hewce bike dê mikanîzma maşê çalak bikin.
Roja Çarşemî 22ê Reşemeya 1403 a Rojî, “Cêymz Karyokî”, nûnerê Birîtaniyaya li Saziya Netewên Yekgirtî, berî birêveçona civîna Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netwên Yekgirtî ku taybet bi beranmeya navkî ya rêjîma Îranê bû, ragihand: “Me tekez kiriye ku bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî, hemû rêkarên dîplomatîk ên wek mikanîzma maşê li dema hewce de bi kar bînin”.
Piştî civîna Şêwreya Ewlehî, berdevkê nûnerê Amerîkayê ragiahnd: “Donald Trump bi rohnî ragihandiye ku bernameya navkî ya rêjîma Îranê, gefe li ser aşîtî û ewlehiya navnetewî ku Şêwreya Ewlehî berpirsê parastina vê yekê ye”.
Li vê civînê de rapora dawî ya Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bi Saziya Netewên Yekgirtî hate gengeşekirin ku li vê raporê de îşare bi paşkevta Oraniyoma %60 a rêjîma Îranê hatibû kirin ku nêzî tîratiya %90 bo berhemanîna çeka navkî ye.