Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansek bo perawêzxistina Gelê Kurd li Sûriyê

14:04 - 13 Adar 2025

Konferansek bo perawêzxistina Gelê Kurd li Sûriyê

N. Ebdulezîz Qasim

Di nav bertek û rexneyên tund de, di 25ê Sibatê de li paytexta Sûriyê civîneke bilez bi navê konferansê niştimanî yê Sûriyê hat lidarxistin, ku gelek goman li ser lidarxistina vî konferansê bilez hebûn, ku berî lidar bikeve dihat pêşbînîkirin ku wê bi encamên xirab derkeve, ev yek xuya bû piştî damezrandina komîteya wê ya amadekar ji heft kesan ku pênc ji wan alîgirên HTŞ bûn û bi dûrxistina kurd û Elewî û Durziyan, zêdebarî daxuyaniyên şovenîzm yên berdevkê komîteya amadekar ku derbirînê ji siyaseta rêveberiya nû ya Sûriyê li hember Gelê Kurd dike, tevlî siloganên di hola konferans de yên dihatin gotin li dijî gelê kurd ji aliyê piraniya beşdarên vî kofranesê nijdaperês yê ku goman li ser heye ku ne ji bo doyaloga niştimanî hatibû lidarxistin biqasî li dijî maf û hebûna Gelê Kurd.

Bi heman awayî ku kurd ji beşdariya konferans û herwiha ji komîteya wê ya amadekar hatin dûrxistin, konferans ji aliyê Partî û Rêxistinên kurdî û herwiha ji aliyê akademsyen û kesayetiyên serbixwe yên kurdî ve hat şermezar kirin û daxuyaniyên cuda li ser hatin derxestin, ku heta radeyekî di nav raya giştî de, çi li ser asta Sûriyê û herwiha li ser asta navdewletî ev konferans bi hewldaneke şikestî hat û negehişt armancên xwe yên serekî bo komkirina piştgirtina hewldanên rêveberiya nû ya Sûriyê û hewldanên şovenîzma erebî û hewldanên herêmî yên têne avakirin li ser perawêzkirina maf û hebûna Gelê Kurd di Sûriyê de.

Îro wisa xuya dibe ku dûrxistina kurdan ji beşdariya konferansekî li ser asta Sûriyê, ku her heman siyaseta berê ya li dijî Gelê Kurd berdeam be û dê bêne bêpar kirin ji beşdariya siyasî û aborî di Sûriya siberojê de!

Lewra pêdiviye ku partî û saziyên kurdî û herwiha Rêveberiya Xweser vê yekê liberçav bigire ku ev perawêzxistin, wekî siyaset û hem wekî praktîk dê li dijî maf û hebûna neteweyî ya Gelê Kurd berdewam be, naxasim ku ev yek dikeve di nav hewldanên herêmî de û bi taybetî hewldanên Tirkiyê li ser redkirina her statoyek Kurdî li Rojavayê Kurdistanê  li ser binemayê federalîzm yan otonomî, ku îro pêdivî bo wê yekê heye ku ne tenê bersiv li ser hewldanên şovenîzma erebî û herêmî li dijî Gelê kurd wekî bertek bi gotin û daxuyaniyan bihêt dayîn, lê hevdem divêt bi gavên hevbeş û yekgirtî û mukirhatin li ser mafên neteweyî bersiv werin dayîn.

Tevlî ku çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê di metirsyek mezin de bi taybetî ji ber gefên Tirkiyê yên berdewam û hewldanên wê li ser redkirina her hebûneke rêveberiyeke kurdî li ser binemayê neteweyî, zêdebarî ku beşek ji daxuaniya dawiyê ya berêz Ebdulah Oclan jî hat di heman çarçoveya vê siyasetê de, bi taybetî redkirina avakirina her statoyek kurdî li ser binemayê neteweyî, ku ev yek di naveroka xwe de yekser dikeve di xizmeta hewldanên lawazkrina pêgeha Gelê Kurd di siberoja Sûriyê de, lewra ku îro Gelê Kurd li hember metirsyek mezin e, û di qonaxek çarenivîs û hestyar de derbas dibe!

Tevî van metirsiyan li ser çarenivîsê Gelê Kurd li Sûriyê, lê li aliyek dîtir divê zanibin ku hindek aktorên serekî ji bilî Tirkiyê hene, wekî Îsraelê ku rolek wê serekî hebû di rûxandina rêjîma Sûriyê û herwiha di guhertinên niha  yên li navçeyên dibin, ku piştî şerê Gazayê (7ê Oktober 2023) rewşeke nû li tevaya navçeyê cuda ji berê peyda bûye her bigire ji lawazkirina rola Îranê di Sûriya, Lubnan û Yemeni de û lawazkirina Hizbullah û hata bigehe rûxandina rêjîma Be'is ya nijadperês li Sûriyê, ku wisa xuya dibe ku navçe li pêş guhertineke mezin e û dikarin bêjin ku Sûriya ji nûve dê li ser bingehê federalîzm û nenavendiyê ava bibe û nejî li gor xwestekên Tirkiyê û alîgirên wê, belkî pirtir li gorî berjewendiyên Îsarelê ne û bi rengekî ji renga dikevun berjewendiya pêkhatiyên neteweyî û olî li Sûriyê de jî, nemaze ku ne tenê Kurd daxwaza federalîzmê dikin, her bi heman awayî ku niha Elewî û Durziyên Sûriyê jî dixebitin û daxwaza federalîzmê dikin, û bi awayekî rasterast Israel piştgiriya Durzîyan li başûrê Sûriyê dike.

Niha bi piştevaniya fransa û  heta radeyekî bi piştevaniya Amerîka û hindek aliyên navdewletî û bi hevalbendiya digel Xirstiyan û Elewî û Durziyên Sûriyê, Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikarin bibin aktorên çalak û xudan pêgehek bilind di qada Sûriyê de, û bi mukirhatin li ser mafên xwe yên neteweyî û karê neteweyî yê hevbeş û bi taybetî bi pêkanîna yekrêziya kurdî û bidestxistina biryara xwe ya neteweyî û serbixwe, ew dikarin mafên xwe yên neteweyî misoger bikin û herwiha rawestin li hember fobiya şovenîzma Tirkî û Erebî, û van plan û hewldanên perawêzxistina Gelê Kurd ji qada siyasî û aborî û ji jinûavakirina Sûriyê berovajî û pûç bikin.