Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz li Rojhilatê Kurdistanê

14:06 - 13 Adar 2025

Newroz li Rojhilatê Kurdistanê

N. Hesen Mukerem

Newroz li Rojhilatê Kurdistanê ji bo gelê Kurd ne tenê roja sersala nû ye, belkû jî roja berxwedan, azadî û hevnasiyê ye. Li Rojhilatê Kurdistanê, Newroz wek li cîhanê fermî bi şop û taybetmendiyan tê pîroz kirin, lê ji bo Kurdan ew xwedî maneyek girîngtir e. Newroz, jiyana nû û pîrozbahiyeke mezin e ku her sal bi şewq û komên mezin li Rojhilatê Kurdistanê digel çanda kurdî tê lidarxistin. Di salên dawî de, her çend gava Newrozê nêzîk dibe, di vê navberê de xeyalên ewlehiya dewletê bi peymanên taybetî têne destnîşan kirin, lê gelê kurd bi şewq û coşek zêde di lidarxistina vê cejina jiyana nû de ji bo pêşwaziyê têdikoş e.

Di serdemên kevin de Newroz li Rojhilatê Kurdistanê

weke ji van pîrozbahiyan û şewqên kurdî re  şanazî pê dihat kirin û niha jî berdewame û weke kevintrîna kevineşopiya Kurd tê hesbandin bona nasandina gelê Kurd ji cîhanê re. Li serdemên xwe de, gelê kurd bi hewayê Newrozê û kesk bûn çiyayan û di barkirina sir û seqemê û xatirxwastina demsala Zivistanê bich hêlana bedeviyên cihanê û spartina dilxweşî û bereketa jiyana mirovahiyê ji demsala Buharê demsala ji nû vebûn û jîn bûnê re, ev hewldan û bêtir hat hez kirin û pîrozbahî bi kevneşopên xwe, bi taybet di nava gelê Kurd de bi serdankirina mal û xizimên xwe ku bi ziman û bernameyekê taybet li hemû şêweyên çandî ya gelê kurd de dihat lidarxistin.

Lê di sala 1979'an de, pîrozbahiyên Newrozê di Rojihilatê Kurdistanê de bi dawîya şerên siyasî û berxwedaniyan bû. Ji hêla dewletên serkutar yên Îranê ve, kurd di bîr û şîroveke politikî de cih girt û lidarxistina rêûresimên Newrozê rastî astengiyan hatin û her roj ev givaş li ser gelê Kurd zêde bûn û niha jî berdewam in, ji ber ku hatina Newrozê yanî destpêkirina jiyana azad û serhildan, wekhevî û aştiya giştî ye.

Berê cejina Newrozê li Kurdistanê bi  dengbêjên kurdî û şopên çanda Kurdî her sal zêde dihatin amade kirin û lidarxistin û niha jî bi awayên xurtir û berfirehtir berdewam e.

Di îro de, Newroz di Rojhilatê Kurdistanê de bi coş û heyecan û komên mezin yên gelê Kurd bi dîlan tê lidarxistin. Herçawan sala derbasbûyî gelê Kurd tevî hemû astengî û givaşên ewlehî ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve Newroz li bajarên wek Sine Mehabad,Urmiye, Makû, Merîwan,Kirmaşan û …hwd lidarxistin û bi reng û coşên taybet bi dîlan û agir pêxistin pîroz kirin îsal jî dê bêhitir be.

Li her cihê Kurdistanê, ji Sine û Mahabad heta Seqiz û Merîwan, qadên cuda yên civaka Kurdî di pîrozkirina Newrozê de bi govend û stranên xwe hemaseyekî mezin bi kar û baranên xwe didne Newroza Kurdiwarî. Zêdeya şopên hunermendî, govend û dîlana Kurdî kevinbûn û mezinahiya Newroza Kurdî nîşanî tevahiya cîhanê didin.

Îsal jî em şahidin ku di nêzîkbûna sersala nû de gelê kurd li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Makû û gundê Çeşmîyerê keç û xort û kal û pîrekên Kurd bi jixwekirina kincên reng bi reng û nû bi dewra hevdû kombûn û bi dîlan û govend û stranan Newroza Xakîpûşan pîroz kirin û li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî gelê Kurd bi bernameyên taybet yên Nerwozê amadekariyên pîrozkirina Newroza Xakîpûşan dikin.

Di vê salê de, hunermend û komên dîlanê yên kurdî bi bernameyên xwe yên taybet xwe amade dikin daku sersala nû bi şêwazên taybet, li her derî bi kom civînan, Newrozê, bi şop û muzikên xwe pêşkêş bikin. Şopên hîndarî, lidarxistina govend û hevaltiyên hunerî li herêmên cuda yên Kurdî ku hene lidar bixînin.

Herçend ku hikûmeta Îranê amadekariyên afirandina astengiyan bo pêşî girtina lidarxistina rêûrsimên Newrozê di asta herî serê de didomîne û Newrozê girê bide bi partîyan û aliyên siyasî, lê ev hewldan bê bandor in, çimkû ev yek çanda gelê kurd û di dîroka gelê Kurd de ye, û dîroka xwe vedguhesîne.

Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê di hemû tiştên gelê kurd, berxwedan, jiyana nû û çanda xwe, bi şewq û pîrozbahîya mezin tevî hemû astengiyan tê lidarxistin. Newroz, weke şîroveke bo gelê Kurd bo jiyanek nû bo wekheviyê û Newroz bi şopên xwe yên taybet kevinbûna dîroka Kurdistanê nîşana nifişên nû û cîhana nû dide Newroz bedevî û mirovdostiya gelê Kurd nîşanî cîhanê dide.

Newroz û Sersala nû pîroz be.