Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek Newrozî ya taybet bi zarokan li bajarê Bokanê de bi rê ve ço

20:26 - 13 Adar 2025

Li salona “Mestûre Kurdistanî” ya bajarê Bokanê de rêûresmeke taybet bi zarokan ji aliyê “Encumena Wêjeyî ya Zarok û Nûgihanên Niştiman” ve bi rê ve ço.

Roja Pêncşemî 23ê Reşemeya 1403 a Rojî, Li salona Mestûre Kurdistanî ya bajarê Bokanê de rêûresmeke taybet bi zarokan bi beşdariya hejmarek berçav ji kesayetiyên bajarê Bokanê bi taybet kesayetiyên wêjeyî, çandî û çalakvanên warê zarokan, ji aliyê “Encumena Wêjeyî ya Zarok û Nûgihanên Niştiman” ve bi rê ve ço.

Li vê rêûresma taybet bi zarok û Nûgihanan de bo parastina zarok û nûgihanan bo parastina jîngeha Kurdistanê li demên pişûdan û çon bo seyranên Newrozî hinek zanyariyên pêşwext hatine dan û piştre, zarokên beşdarbûyî yên vê rêûresmê, bi strandina sirûd û sitranan, rêûresim xemilandin.