
Serokwezîrê Îraqê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku berpirsê DAÎŞê yê Sûriye û Îraqê ku yek ji metirsîdartirîn terorîstên cîhanê bû, li operasiyoneke hevpar a dezgeha Îstixbarat a Îraqê û hêza Hevpeymaniya Navnetewî, hatiye kuştin.
Roja Înê 24ê Reşemeya 1403 a Rojî, “Mihemed şiya`i Elsûdanî” Serokwezîrê Îraqê bi belavkirina daxuyaniyekê Li tora Civakiya “X” de daye zanîn ku fermandeyekî payebilind ê DAÎŞê yê bi navê “Ebdullah Mekî Muslih El-Refî`î” naskirî bi “Ebû Xedîce” ku yek ji metirsîdartirîn terorîstên Îraq û cîhanê bû û li pileya “waliyê Îraq û Sûriyê”li DAÎŞê de bû, li operasiyoneke hevpar a dezgeha Îstixbarat a Îraqê û hêza Hevpeymaniya Navnetewî û piştevaniya wan, hatiye kuştin.
Herwisa navbirî ragihand ku ew terorîst, cihgirê xelîfê DAÎŞê û berpirsê komîteya înternet û operasiyonên derve ya DAÎŞê bûye.
“Sûdanî” herwisa ragihand ku Îraq li rewşa serketin bi ser terorîzmê de ye û li dawiya peyama xwe de ew destkevta girîng a ewlehî, li Îraq û xelkê wî welatî û hemû welatên aştîxwaz pîroz kir.