
Li bajarê Melikşayê ser bi parêzgeha Îlamê de xelkê wî bajarî û devera Îlamê, bi awayekî germûgur, bi kincên Kurdî, axabanî û hewriyan, pêşewaziyeke bê mînak, li Newroza Xakîpoşan kirin.
Roja Pêncşemî 23ê Reşemeya 1403 a Rojî, rêûresma pêşewazîkirina li cêjna Newroza Kurdî ku îsal bi Newroza Xakîpoşan hatiye navdêrkirin, bi beşdariya zêdetir ji 20 hezar kes ji xelkê vê Deverê û parêzgeha Îlamê, bi awayekî bi şan, merasimekî girseyî, bi rê ve ço.
Ew rêûresma bi sirûda Newroza Kurdewarî bi beşdariya jin û mêran, bi şêwazeke civan û hevaheng dest pêkir û agirê Newroza Xakîpoşan ji aliyê 12 keçên nûgihan ve hate hilkirin û ciwanan bi teqeya hewayî keyfxweşiya xwe dane xuya.
Di nav wê merasimê de xort û keçên Melikşahî bi kincên xemilandiye netewî, bi hêma û diruşmêt Netewî û bi govend û dîlanê û bi teqeya hewayî, bûne sedemê bihêziya îrada netewî û hevdem zelûlî û şikesta rêjîma kevnarperwere Îranê.
Jin û mêran bi dîlana Kurdî, rêûresim xemilandin û li rewşeke tejî ji hesta neteweyî de, ew rêûresma bi rê ve ço û zêdetir ji 300 ciwanên Melekşayî, wek çavdêr, rêûresm kontrol kirin ku li egereke nexzestî de bikarin rewşê kontrol bikin.
Tevî ku rêjîmê hewl dabû rêgiriyê ji birêveçona vê rêûresmê bike, lê Îradeya xelkê bi ser ket û rêûresm hate lidarxistin û pêka zanyariyan, înternet li vê deverê hatibû qutkirin.