Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê çavkaniya bingehîn a nearamiyên Rojhilata Navîn e

19:01 - 15 Adar 2025

Wezîrên girûpa “G7”, rêjîma Îranê bi sedemên wek binçavkirinên xosearne, terorên derveyî sînor, şandina cebilxane bo Rûsiye û çavkaniya nearamiya li Rojhilata Navîn de bi tawanbar dane zanîn.

Piştî bi dawîhatina civîna 7 welatên pêşkevtiyên aborî yên cîhanê anku girûpa 7 li bajarê “Şarlowa”yê, wezîrên Derve yên vê girûpê li derheq zêdebûna gefên rêjîma Îranê bi taybet binçavkirinên xosearne û hewldan bo terorkirinê wek alaveke givaşxsitinê, huşdar dan.

Li civîna “G7” ê de wezîrên Derve yên “Birêtaniya, Kanada, Firanse, Alman, Îtaliya, Japon û Amerîkayê” kar û kiryarên rêjîma Îranê bi çavkaniya bingehîn a neraramiyên li “Rojhilata Navîn” binav kirin

Girûpa “G7” li daxuyaniya xwe de tekez kiriye ku “bi ti awayekê nabe derfet bi rêjîma Îranê bê dan ku bikare bernameya çekên navkî berfireh bike û vê çekê bi dest xwe ve bîne, û dibe rêjîma Îranê dest ji hemû kiryarên xwe yên bêşermane li binçavkirinên xoserane û hewldan li terorkirinan li derveyî sînoran wek alaveke givaşxistinê dest berde”.

Ew daxuyaniya li roja Înê ji aliyê wezîrên Derve yên wan welatan, li civînê de hate erêkirin.

Girûpa “G7” tevî îşarekirin bi şandina cebilxaneyan ji aliyê rêjîma Îranê û herwisa Koreya bakûr bo Rûsiyê, tekez kirin ku li hember wan kiryaran de, dê bertekê li xwe nîşan bide.